Hêjî jineke Kurd di zîndana milîsan de girtî ye û hevserê wê jî di zîndaneke Tirkiyê de cezayê hetahetayî lê hatiye birîn

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe yên li Efrînê agahdar bû ku hêjî jina bi navê Seyran Mistefa Cindo di zîndana Maratê ya navendî de ye.

Çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê”, 1`ê Îlona 2019`an Seyran û hevserê xwe ve Cînan Xelîl Cindo ji mala wan li bajarokê Cindirêsê revandin.

Li gorî çavkaniyan, şênî Seyran ji bûyînên 1998`an û dayîka du zarokan e. Ew ji mala wê li bajarokê Cindirêsê 19`ê Îlona 2019`an hat revandin. Komeke bi navê Ebû Fewaz El-Dêrî sermilîsê “Ehrar El-Şerqiyê” beriya revandina Seyranê hevjînê wê û birayê wî Mihemed revandin û piştre radestî istixbarata Tirkiyê kirin.

Çavkaniyan teqez kir ku xwediyên Seyranê hatine agahdarkirin ku 2 sal ceza li Seyranê hatiye birîn. Û mêrê wê jî cezayê hetahetayî ji aliyê dadgeheke Tirkî ve lê hatiye birîn û ew niha li zîndaneke Tirkiyê de ye.

Têkildarî wê rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê got ku yê bi navê Ebû Fewaz El-Dêrî berê çekdarekî Daiş`ê bû û ew ji parêzgeha Dêra zorê ye.

Related posts