Dagirkeriyê 2 Kurd ji zîndana Maratê berdan û 3 jî li gundê Eyn Hecerê bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Duşemê 2 şêniyên Kurd piştî bêtirî 2 sal û nîvan ji girtinê, berdan û li aliyekî din 3 şêniyên Kurd li gundê Eyn Hecerê yê navçeya Mabeta bin çav kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dagirkeriya Tirkî şêniyekî Kurd bi navê Remedan Elî ji şêniyên gundê Kokebê yê navçeya Cindirêsê, piştî derbasbûna bêtirî du sal û nîvan di zîndanê de berda. Şênî Remedan Elî ji mala wî li taxa Zîdiyê ya bajarê Efrînê hatibû binçavkirin û piştre milîsan ew veguhast zîndaneke li bajarê Babê yê dagirkirî ku beriya derdora 7 mehan ew derbasî zîndana Maratê ya navendî kir û ji wê zîndanê hat berdan.

Her wiha nûçegihan da zanîn ku desthilatên dagirkeriyê xortekî Kurd jî bi navê Ebdo Cume ji pêkhateya Ereb, gundê Bitîtê yê navçeya Cindirêsê piştî du sal û nîvan berda. Şênî Ebdo ji aliyê milîsên “Sultan Mûrad” bi tawana pêkanîna teqînên li bajarê Efrînê hatibû girtin û piştre milîsan ew bir zîndana “Raî” ya navxerab û piştî derbasbûna 3 mehan ew derbasî zîndana Maratê ya navendî kir û di wê zîndanê de heta ku hat berdan, ma.

Li aliyekî din dagirkeriya Tirkî beriya 4 rojan, 3 şêniyên Kurd ji şêniyên gundê Eyn Hecerê yê navçeya Mabeta bin çav kirin. Kesên binçavkirî ta niha nehatine naskirin û çarenûsa wan jî ne diyar e.

Related posts