Ji ber biserdegirtina malekê li Efrînê kesek hat kuştin û hinek jî birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Îro bi êvarê ji ber teqîna mayîneke destan şêniyek hat kuştin û jin û zarokê wî jî birîndar bûn.

Têkildarî bûyerê nûçegihan Afrinpostê da zanîn ku bûyer li dorhêla navenda çandê ya naverasta bajêr pêk hat û wiha dewam kir; milîsên “polîsên leşkerî” yên dagirkeriya Tirkî hewl dan bi ser maleke li dorhêla navenda çandê de bigirin, şênî xwest bi rêya vekirina mayînê rê li ber wan bigire, lê belê bi wî teqiya ku ew rasterast hat kuştin û malbata wî jî(hevjîn û zarok) birîndar bûn.

Li gorî nûçegihan, di operasyona bi serdegirtinê de, çekdarekî milîsan jî birîndar bû, lê belê hêjî bi giştî birîndar û kuştî û ne jî sedemên biserdegirtinê nehatine zanîn.

Girêdayî bûyerê kenalên bi ser milîsên dagirkeriyê ragihandin ku yê kuştî endamekî şaneyeke Daiş`ê bû.

Tê zanîn ku herêmên dagirkeriya Tirkî piştî ku Daiş`ê li Baxozê ya Dêrazorê li ser destê şervanên QSD`ê têk çû, ji Daişiyan re bûn stargeh.

Di van rojên derbasbûyî de, li herêma Efrînê di navbera milîsên “Cebha El-Şamiyê” û milîsên “Turkmenî” de û bi taybet “Firqeya El-Hemze” û “Sultan Mûrad” li ser mal û milkên Kurdên Efrînê  tansiyon derketiye.

 

 

Related posts