Xortekî Kurd li navçeya Mabeta li ser rêbendeke kontrolê hat binçavkirin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpost roja Duşemê hat agahdarkirin ku desthilatên dagirkeriya Tirkî 26`ê Sibatê 2021 xortekî Kurd bin çav kir û bir cihekî nediyar.

Nûçegihan da zanîn ku rêbenda ewlehiyê ya desthilatên dagirkeriyê ku li xaçerêya gundê Kokanê yê navçeya Mabeta hatiye danîn, xortê Kurd bi navê Mihemed Rimo bêyî ku tawana wî were zanîn, bin çav kir.

Mihemed Rimo ji niştecihên bajarê Efrînê ye û li ser taksiyekê dixebitî.

Girêdayî binçavkirina Kurdan li Efrînê, desthilatên dagirkeriyê şêniyekî Kurd bi navê Ednan Ebû Mezlûm û biraziyê wî Mihemed Sefwan duh roja Yekşemê, ji Tirkiyê vegerand zîndana Maratê ya bi ser bajarê Efrînê ve.

Istixbarata Tirkiyê Pêncşemê 11`ê Sibata 2021 Ednan Ebû Mezlûm û biraziyê wî Mihemed Sefwan ji ser karê wan(goştgeh) li taxa Efrîna kevn(rêya Cindirêsê) û ti agahiyên din nehatin zanîn û ew derbasî Tirkiyê kiribû.

Related posts