Xortekî Kurd li Bilbilê ji aliyê milîsên Ixwanî ve hat revandin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên dagirkeriya Tirkî xortekî Kurd li mala wî ya li bajarokê Bilbilê bi tawana ku berê tevlî nava hêzên parastina xweser bûbû, hat revandin.

Di vê derbarê de milîsên “Siqûr El-Şemal” ên dagirkeriya Tirkî ji beriya derdora hefteyeke ve, şêniyek bi navê “Osman Şaban” ji mala wî li bajarokê Bilbilê revand û hêjî çarenûsa wî heta roja îro ne diyar e.

Tê zanîn ku ew berê jî hatibû revandin û li gorî belgeyekê hat bêgunehkirin.

Li gorî nûçegihanê Afreinpostê, malbata “Osman” li ba desthilatên dagirkeriyê gilî kir, lê xwe ji bi dûr kirin û gotin ku binçavkirina wî bihanekirî ye.

Gelek milîsên îslamî bajarokê Bilbilê di nava xwe de parve kirine ku 95% ji şêniyên wê yên resen bi darê zorê hatin koçberkirin û li şûna wan xwediyên çekdar û niştedagîran hatin bicihkirin.

 

 

Related posts