Li Efrîna dagirkirî diyardeya parsewkiyê li nava niştedagîran belav dibe

AFRINPOST-Taybet

Li bajarê Efrînê yê ku ji aliyê dagikiriya Tirkî û çekdarên wê yên Ixwanî ve hatiye dagirkirin, diyardeya parsekiyê li nava niştedagîran belav dibe.

Tiştê ku îro li kolanên Efrînê tê dîtin, encama siyaseta dagirkeriya Tirkî li hemberî niştedagîran de ye ku wê tenê rêya dizî û talaniyê da pêşiya wan.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrînpostê ragihand ku her çend metreyan parsekek an mêr an jî jin tê dîtin ku ev xuyanga rewşa aborî ya kembax li herêmên dagirkirî ji sala 2016`an ve nîşan dide. Rewşa niha li Efrînê tê dîtin li herêmên din ên dagirkirî ji beriya sê salan ve, wisa ye.

Dewleta Tirk jî, vê rewşa aborî ya kembax ji berjewendiya xwe re bi kar tîne ku dibîne eger çiqas niştedagîr bê pere û kar bin, wê ew qas bi ya wê bike û li gorî ku ew dixwaze bi rê xistin bike.

Êdî li Efrînê çend kar wek çetetî, dizî, talanî û parsekiyê li pêşiya niştedagîran heye, ji bilî wê ti derfeta kar nemaye.

Li gorî çavdêr û nûçegihanan sedemeke din a diyardeya parsekiyê heye ku ew jî nebûna xwediyê malbatê ye û bi taybet malbatên çeteyên ku Tirkiyê şandin Lîbya û Ezerbeycanê û li wir hatin kuştin. Desthilatên dagirkeriya Tirkî û sermilîs, malbatên kuştiyên xwe paşguh kirine û heta rêjeyek ji fonên wan dizîn.

Li kêlek diyardeya parsekiyê, nebûna ewlehî û aramiyê berbiçav e û gelek rêxistinên navdewletî di raporên xwe de bal kişandin ser vê yekê.

Tevî ku hinek rêxistin li ser sûc û sedemkariya Tirkiyê girtin, lê belê nikarin wê rastiya ku dagirkeriyê, niştedagîr anîne Efrîna dagirkirî veşêre.

Related posts