Milîsên “El-Hemzat” 60 darên zeytûnê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê birîn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Cindirêsê ragihand ku milîsên “El-Hemzat” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn 60 darên zeytûnê li gundê Bablîtê yê navçeya Cindirêsê bi armanca bazirganiya bi êzingan birîn.

Li gorî nûçegihgan darên ku hatine birîn ên şênî Mihemed Mûsa ji şêniyên gundê Cedîdê ne.

Beriya wê jî Afreinpopstê raporek derbarê birîna daran parve kiribû û wisa da zanîn; milîsên “Firqeya El-Hemzat” bêserûber daran li zeviyên gundê Maratê û gundê Mezin dibirin û ji bo bazirganiyê li cihekî kom dikin.

Li herêma Efrîna dagirkirî rojane darên şêniyên Kurd bi birînê re dimînin.

Û ji ber li herêmên dagirkirî kirîza sotemeniyê heye, milîs û niştedaagîrên Ixwanî bêtir giraniyê didin birîn û firotina darên darên Kurdan.

Related posts