Milîsên “Siqûr El-Şerqiyê” 17 mal û 8 dikan desteser kirin

AFRINPOST-Taybet

Çekdarên “Siqûr El-Şerqiyê” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, 17 mal di avaniyeke niştecihiyê de û 8 dikanên bazirganiyê ji niştedagîran bi armanca kirêkirinê desteser kirin. Li aliyekî din çekdar otomobîla şêniyekî ji wî re venagerînin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku êvara Sêşemê 23”ê Sibatê 2021 şiqeyeke(apartman) şêniyekî Kurd bi navê Seydo Arif ji şêniyên gundê Dîkê bi 700 $ hat firotin. Apartmana firotî li taxa Eşrefiyê li nêzîkî dibistana Reş e.

Her wiha mala Kurdekî bi navê Mihemed Zemcî ya li sêgoşeya Otostradê ye, li qata yekê ya avaniya navîn bi 2500$ hat firotin. Firoşkarê wê apartmanê çekdarekî milîsên “Ceyş El-Şerqiyê” ye û kirîyar jî niştedagîrekî ji herêma rojhilat e.

Li gorî nûçegihan hêjî nakokî di navbera çekdar û niştedagîran derbarê malên şêniyên Efrînê berdewam e. Girêdayî heman çarçoveyê çekdarine girêdayî “Siqûr El-Şerqiyê”, hinek niştedagîr ji malên ku desteser kiribûn li avaniya şênî Ferîd Mihemed ji şêniyên gundê Kaxirê li ser rêya Cindirêsê derxistin û piştre mal û dikan ji xwe re bi kirê dan.

Hejmara malên desteserkirî digihêje 17 şiqeyên niştecihiyê û 8 dikanên bazirganiyê.

Di çarçoveyeke din de, çekdarên girêdayî milîsên Melikşah razî nebûn ku otomobîla ji cureya Van, ji xwediyê wê re şêniyê Kurd Mihemed Xelîl Şêxo ji gundê Kurdo vegerînin, berevajî wê otomobîl ji herêmê derxistin û revandin bajarokê Raî.

Related posts