Desthilatên Tirkî 5 şêniyên Kurd li herêma Efrînê bin çav kirin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî bi tawana peywendiya li gel Rêveberiya Xweser a berê 2 şêniyşn Kurd li navçeya Şera bin çav kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku milîsên “emin siyasî” li bajarê Efrînê roja Sêşemê 16`ê Sibatê 2021, şêniyekî Kurd bi navê Îsmaîl Nebî Şêxo(35 salî) ji gundê Qeretepe yê navçeya Cindirêsê bi tawana ku berê li gel Rêveberiya Xweser kar dikir, bin çav kir û heta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Her wiha heman milîsan şêniyekî Kurd bi navê Elî Hesen Hesen (30salî) ji şêniyşn gundê Qitmê yê navçeya Şera bi tawanan danûstandina bi Rêveberiya Xweser û lihevhatina navan bin çav kir û bir navenda xwe ya ewlehî.

Nûçegihanê Afrinpostê navên şêniyên din ku roja Yekşemê li ser rêbenda kontrolê ya gundê Kokanê hatin binçavkirin, belge kir ku ew jî wiha ne; Mihemed Mistefa ji gundê Badîna yê Raco, Reşîd Hebeş ji gundê Emara yê Mabeta û şênî Mihemed Seîd Mihemed jî di heman pêngava binçvkirinê hat sekinandin û piştî sê saetan hat berdan.

Li aliyekî din dagirkeriya Tirkî di nava hefteya borî de, 2 xortên Kurd ji zîndana Maratê ya navendî ku ji beriya du sal û nîvan de girtî ne, berda.

Li gorî Afrinpostê şênî Aras Şêxo piştî bêtirî 2 sal û nîvan hat berdan.

Aras 35 salî ye û ji gundê Qestefa Xidiriyan ê navçeya Bilbilê ji beriya derdora 6 mehan ve derbasî zîndana Raî ya navxerab kir, lê ji ber rewşa wî ya tenduristî ya xerab ji zîndanê berdan.

Related posts