2 şêniyên Kurd li Ezaz û Efrînê hatin revandin

AFRINPOST-Taybet

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku 2 şêniyên Kurd ji ber ku milîsên Ixwanî ew tengav dikirin, dixwestin ji Sûriyê derkevin û berê xwe dan Tirkiyê ku li ser rê hatin revandin.

Roja Yekşemê bi êvarê 21`ê Sibata 2021`an milîsên Ixwanî şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Mihemed Soran (42 salî) ji şêniyên bajarokê Meydan Ekbezê revand.

Mihemed Soran li bajarê Efrînê dijî û li çerxerêya Maratê ya kolana Berîd karê sazkirina û danîna setalîtan dikir.

Li gorî çavkaniyê komeke çekdar derbasî dikana wî ya satelîtan bû û jê xwestin ku ji wan re biçe makîneya satelîtê li cihekî bi cî bike. Milîsan Mihemed bi vê bihaneyê bir cihekî nediyar û heta niha çarenûsa wî ne zelal e.

Cihê ku Mihemed lê hatiye revandin di bin kontrola gelek milîsan de ye wek “Ehrar El-Şerqiyê”, “Sultan Mûrad” û hinek çekdarên “El-Mutesêm” in.

Li aliyekî din ji beriya 3 hefteyan ve çekdarinan xortekî Kurd bi navê Beşar Umer Bekir (18 salî) ji gundê Qermitliq yê navçeya Şiyê ye, revand.

Beşar Bekir li gel apê xwe Reşîd Hisên Bekir li bajarê Ezazê di deriyê Bab Selamê re berê xwe dabûn Tirkiyê, li wir ew hat revandin û ta niha derbarê çarenûsa wî de ti agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Şênî Reşîd Hisên Bekir (42 salî) li bajarê Efrînê, taxa Eşrefiyê, jorî saziya tov dijî. Ji ber kiryarên milîsan ên tengavkirinê, mala xwe pev navmaliyan bi 25 milyon lîreyên Sûrî firot da ku ji Efrînê derkeve û derbasî Tirkiyê bibe.

Tê zanîn ku şênî Mihemed beriya wê carekê ji aliyê milîsên “Cebha El-Şamiyê” ve hatibû revandin û beramberî pereyan hatibû berdan.

Ew 20`ê Îlona 2020 li bajarê Ezazê hat revandin û beramberî 3000$ hat berdan.

Related posts