Niştedagîr hişmendiya tundrawiyê li herêma Efrînê disepînin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku li vê dawiyê komeke olî li bajarê Efrînê li nava şêniyên Efrînê û bi taybet li ser Kurdan digerin ku wan tengav dikin da ku biçin mizgeftan û li gorî hişmendiya tundrawiyê xwe bi rêxistin bikin.

Nûçegihan diyar kir ku hinek niştedagîr şêniyan neçar dikin ku biçin mizgeftan û wiha dewam kir;

Li navçeya Cindirêsê, hejmareke niştedagîr li ser dikanên bazirganiyê digerîn û ferman li xwediyên wan dikirin ku dikanên xwe bigirin û ji bo nimêjê berê xwe bidin mizgeftan û ji wan re gotin ku xebata di dema nimêjê de heram e û da zanîn ku koma niştedagîr di vê derbarê de zorê li şêniyan dikin û ditirsînin.

Li gorî nûçegihan hin jinên ku cilên reş li xwe kiribûn bi navê “Hubeybat Allah” tên naskirin, vê hişmendiya tundra li herêmê belav dikin. Yekê ji wan got ku ew ji koma Ehbab Allah in ango hezkiriyê xwedê ne ku di nava vê komê de bi dehan jin cihê xwe digirin her wiha li xwe mukurhat ku hevserê wê jî di nava Daiş`ê de cî digirie û gelek jin di ware belavkirina hişmendiya Daiş`ê de dixebitin.

Related posts