65 darên zeytûnê hatin birîn û 4 şiqe jî hatin firotin

AFRINPOST-Taybet

Di çarçoveya destdirêjî û desteserkirina mal û milkên şênî û koçberên Efrînê de, milîsên Îslamî 65 darên zeytênû li gundê Qijûma yê Cindirêsê û gundê Metîna yê Şera birîn. Her wiha 4 şiqeyên niştecihiyê li bajarê Efrînê hatin birîn.

Di vê çarçoveyê de komeke çekdar roja Înê 19`ê Sibata 2021, (20) darên zeytûnê ji zeviyê şêniyekî Kurd bi navê Mihemed Qesab ji şêniyşn gundê Qijûma yê Cindirêsê û 17 mêwên tirî birîn.

Her wiha komeke çekdar girêdayî yê bi navê “Ebû Şeqra”, 45 darên zeytûnê ji zeviyê şêniyê Kurd bi navê Henan Rehman ji gundê Metîna yê navçeya Şera û zevî li dorhêla gundê Qeretepe li herêmeke bi navê kîlometr ku nêzîkî gundê Qurtqulaqê ye û nûçegihan da zanîn ku hêjî birîna daran berdewam e.

Di çarçoveyeke din de, çekdarên milîsên “Siqûr El-Şerqiyê” 4 şiqeyên niştecihiyê yên Kurdê bi navê Mihemed Ferîd firotin. Şiqe di avaniyeke li ser rêya Cindirêsê li kêleka guvaştgeha Fûad Nasir dikevin. Her şiqek bi 900$ ku bi bihaneya xenîme û destkeftiyên partiyê ne, firotin.

 

 

Related posts