Şehîdên komkujiya Til Rifetê gihîşt 4`an

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku bîlançoya şehîdên komkujiya Til Rifetê ya Şehbayê, roja Yekşemê zêde bû û gihîşt 4 şehîdan.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê, şênî Seid El-Dîn El-Qeys 31 salî di topbarana li ser Til Rifetê de birîndar bû ku ji ber birîna wî roja Yekşemê li nexweşxaneyeke Helebê jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê Afrinpostê li Şehbayê ragihand ku hêzên dagirkeriya Tirkî îro bi nîvro bajarê Til Rifetê yê Şehbayê topbaran kir û di encamê de 12 kes ji şêniyên bajêr û koçberên Efrînê birîndar û şehîd bûn.

Nûçegihan diyar kir ku dagirkeriya Tirkî naverasta bajêrê Til Rifetê ku tijî şênî ye, topbaran kir ku herî kêm 12 kes şehîd û birîndar bûn, rewşa hinek birîndaran giran e, ji ber vê yekê dibe ku hejmara şehîdan zêde bibe.

Şehîdên komkujiyê ev in;

  1. Macid Yasir Sekran (5 salî) ji şêniyên Til Rifetê
  2. Ebid El-Muhsin Sekran (12 salî) ji şêniyên Til Rifetê
  3. Nazliyê Mihemed Mistefa koçbereke Efrînî ye

Her wiha birîndar jî ev in;

  1. Mihemed Nûrî Yûsif (35 salî) ji navçeya Bilbilê ya Efrînê
  2. Mihemed Sekran
  3. Ehmed Ebid El-Hesen Sekran (33 salî)
  4. Eliya Heyder Hebeş (19 salî)
  5. Xalid Mihemed El-Elî (46 salî)
  6. Sadiq Mihemed Ebdo (15 salî)
  7. Xalid Dodex (33 salî)
  8. Seid El-Dîn El-Es (30 salî)/rewşa xwe giran e/
  9. Mezlûm Îbrahîm Dado (31 salî)

Related posts