Li kampa Serdemê ya Şehbayê pêşangeha “Efrîn gazî me dike” hat vekirin

AFRINPOST-Taybet

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi kordîneya li gel komîna wênexêziyê li salona lîstokên kampa Serdemê ya li herêmên Şehbayê, pêşangehek di bin navê “Efrîn gazî we dike”, vekir. Di pêşangehê de 102 tabloyên wênexêziyê û 10 peyker hene.

Karên hunerî yên di pêşangeghê de hatin pêşandan ji berhemên 44 beşdaran ji şêniyên Efrînê ne. Di tabloyên pêşandayî de êş û azarên ku Efrîniyan ji ber dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn dîtine, li ber çavan hatin raxistin, her wiha berxwedana Serdemê jî hat silavkirin, û sûc û binpêkirinên ku li Efrînê derheqê Kurdan de tên kirin di tabloyan de berbiçav bûn.

Nûnerên partî, kongreya star, sazî û desteyên Rêveberiya Xweser û meclisa malbatên şehîdan li pêşangehê amade bûn.

Di pêşangehê de axaftin hatin kirin ku axêveran sûc û binpêkirinên  dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Ixwanî şermezar kirin. 

Related posts