Sermilîs gefa nedana mûçeyan li çeteyên xwe yên neçin Lîbya dixwin

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku komeke din ji çeteyên Sûrî ji Lîbya vegerîn Efrînê. Li gorî şert û mercên girêbesta di navbera dagirkeriyê û çeteyan de piştî 15 rojan ji bêhnvedanê, wê ji nû ve vegerin Lîbya û wiha nûçegihan dewam kir;

ji çavkaniyên taybet, milîsên “El-Hemzat” şiyarî da çeteyên xwe ku eger çeteyek piştî bêhnvedanê venegerî cihê jê hatiye, wê mûçeyên wî werin rakirin.

Nûçegihan agahdar bû ku plana hatiye sazkirin, wê çete piştî bêhnvedanê rasterast vegerin û bi xwe re çeteyên nû bibin. Li gorî agahiyên ji çeteyên nû vegerîne, şûna çeteyên ku vegerîne, seferber bûye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan bi bîr xist ku di 23`ê Çileya 2021 de 10750 çete vegerîn Sûriyê û 10000 çeteyên din, di nav de 2500 çeteyên Tûnisî man û yên ku di şerê li Lîbya de hatine kuştin gihîşt 496 çeteyan.

Rewangeha Sûrî da zanîn ku koma ji Lîbya vegeriye ji 100 heyanî 250 çeteyî pêk tê ku hejmareke weke wê, dê berê xwe bidin Lîbya.

Related posts