Piştî dayîna fidyeya malî şêniyekî Kurd hat berdan

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku desthilatên dagirkeriya Tirkî roja Çarşemê 13’ê Çileya 2021 şêniyekî Kurd bi navê Xelîl Mihemed ji şêniyên bajarokê Raco piştî binçavkirina 35 rojan li zîndana Raco berda. Her wiha 2800 lîreyên Tirkî û 400$ li ser sepandin.

Şênî Xelîl Mihemed bi tawana tevlîbûna nava hêzên asayîşê di dema Rêveberiya Xweser de hat binçavkirin û bi wê tenê neman ku fidye jî li ser wan sepand.

 

 

Related posts