Çekdarên Ixwanî şêniyên gundê Şêxûtka neçarî amadebûna waneyên olî dikin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Ixwan Mislimîn hewl didin çanda civaka Efrînê bi giştî biguherînin. Bi vê mebestê hişmendiya tundraw bi rêya waneyên olî li nava şêniyên Kurd belav dikin. Girêdayî wê propagandaya hatina milîsên “Cebha El-Nusra” ji gund re dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên “Ceyş El-Nuxbe” şêniyên gundê Şêxûtka yê navçeya Bilbilê bi kiryarên xwe yên rojane tengav dikin.

Nûçegihan bi bîr xist ku milîs şêniyan û bi taybet zarokan neçar dikin ku waneyên olî li dibistan û mizgefta gund amade bibin. Tevî ku desthilatên Tirkî ji ber Koronayê dibistan girtin, lê waneyên olî hêjî berdewam in.

Li gorî nûçegihan, çekdarek bi navê Ebû Emar şêniyên gund agahdar kirin ku “Cebhet El-Nusra” wê were Efrînê, ji ber vê yekê em dixwazin hûn fêrî rê û resmên olî bibin, da ku hûn li ba wan pejirandî bin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku fetwesazê xuya yê “Cebhet El-Nusra” yê bi navê “Abdullah El-Mihêsînî” li gel yê bi navê “Muslêh El-Ulya” demeke berê serdana Efrînê kiribû û sermilîsên “Feyleq El-Şam” dîtin.

 

Related posts