Bazirganiya bi malên desteserkirî yên din li bajarê Efrînê hatin şopandin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpost şopandina prosesa bazirganiya bi mal û milkên Efrînê yên ku ji aliyê çekdarên Ixwan Mislimîn û niştedagîran ve hatine desteserkirin û sûc û birîna darên zeytûnê didomîne.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarekî Sultan Mûrad xaniyekî niştecihiyê yê şêniyekî Kurd bi nave Seydo ji şêniyên gundê Eşûnê bi 1200$ firot ku xanî li taxa Efrîna kevn dikeve û yê kirî jî, niştedagîrekî ji bajarê Doma yê gundewarê Şamê ye.

Endamekî yê bi nave Meclisa Heleb a Şoreşgerî bi navê Ebû Ehmed El-Heyanî 4 şiqe li taxa Eşrefiyê pêşniyarî firotinê kirin. Ew şiqe jî li nêzîkî avaniya Hekîm in û bi taybet li xaçerêya duyemîn li aliyê çepê ne. Malên ji firotinê re pêşniyarkirî li ser stûnan e û blokên avakirinê, dabîn kirin.

 

Related posts