Milîs li Basût û Efrînê propagandaya madeyên hişbirê li nava zarokan dikin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Ixwan Mislimîn ên dagirkeriya Tirkî sûc û binpêkirinên xwe derheqê Kurdan li Efrînê bi awayekî din dewam dikin ku ew jî propagandaya madeyên hişbirê ye. Di bin siya dagirkeriya Tirkî û milîsên wê de, herêm bûye weke daristanekê, kî dixwaze çi bike, bê hesab û tirs dike, ji ber ku ti zagon li dijî binpêkirinan tune ye. Ji ber vê rewşa tevlîhev û ne aram zemîneke firotin û bikaranîn madeyên hişbir li herêmê peyda bûye. Bi vî rengî dagirkerî prosesa wêrankirina herêmê didomîne.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên “El-Hemzat” li bajarê Efrînê û bajarokê Basûtê zarokên di navbera 10 û 11 saliyê de bi ser xwe ve tînin, piştre wan fêrî bikaranîna madeyên hişbirê dikin.

Nûçegihan destnîşan kir ku yek ji cihên ku ji bo bikaranîna madeyên hişbirê tê xebitandin, navenda asayîşê ya berê û bajarokê Basûtê ye ku ew cî berê navendên ewlehî û dispilînê bûn.

Nûçegihanê Afrinpostê karî navên çekdarên ku zarokan ber bi xwe ve tînin, bi dest bixe û ew jî ev in; Ebû Riyah, Ebû Hesen û Ebû Fadil in. Li ba wan her tim hebên hişbiriyê ji her cureyî hene. Ew heban li dermanxaneyên ku niştedagîran li Efrînê vekirine, difiroşin.

Her wiha nûçegihan navên zarokên ku bûn qurbaniyên wan kesan jî bi dest xistin, lê belê ji ber sedemên ewlehî û parastina wan, navên wan nabêje.

Mijara rakêşana zarokan ji bikaranîna made û hebên hişbiriyê re di warê exlaqî, zagonî û civakî de sûcekî metirsîdar e.

Piştî ku çekdaran zarok gihandin asta ku nema dikarin ji bikaranîna hebên hişbiriyê vebin, şantajkirina wan bi rêya hebên hişbiriyê hêsan dibe ku wê çaxê çekdar dikarin bi rihetî zarokan ji her daxwazên xwe re bi kar bînin.

 Afrinpostê 17`ê Tîrmehê sala 2020 ji hinek çavkaniyan agahdar bû ku 3 niştedagîr ji taxa Sukerî ya bajarê Helebê(dayîk û 2 kurên xwe) ji beriya çend mehan kargeheke çêkirina madeyên hişbiriyê wek Kaptagon, Tiramadol, Baltan  vekir û wiha dewam kir; kargeh li ber çav e û ew li navbera gundê Mareskê û Qitmê ya navçeya Şera dikeve. Kargeh li baxçeyê Kemal Izet piştî ku niştedagîran dagir kir hat vekirin.

Related posts