Endndamekî milîsên îslamî li Efrînê hate kuştin

AFRINPOST
Endndamekî milîsên îslamî li Efrînê hate kuştin
Û malbatên çekdarên îslamî ji tirsa şopandinê direvin

Peyamnêrê me li Cindirêsê, gundewarê Efrînê ragihand, ku îro înê dema sibê çekdarekî milîsên îslamî ji aliyê nenasan ve hatiye kuştin û laşê wî avêtine sergoya li ser riya navbera Kefirsefirê-Kora yê girêdayî devera Cindirêsê.
Herwiha peyamnêrê me diyar kir ku ew kesên çekdarê îslamî kuştine, kaxizeke nivîskî li ser laşê wî danîne, ku YPG ew kuştiye.
Ji aliyekî din ve milîsên îslamî (Polîsên leşkerî) yên girêdayî dagîrkeriya Tirkiyê daxuyaniyek belav kirine, ku ew ê hemleya ewlehiyê berdewam bikin da hemû Giropên ku ew jê re dibêjin (Giropên Gendeliyê) bi dawî dikin li Efrîn û Cindirêsê û li cihên dastnîşankirî rewşa ewlekarî ragihandine.
Herwisa jêderine xwemalî ji Efrînê dane xuya kirin ku piştî ragihandina rewşa ewlekarî, gelek malbatên çekdarên milîsên îslamî direvin derveyî bajêr.
Lê rex vê yekê dagîrkeriya Tirkiyê wisa dide diyar kirin ku wê bi alîkariya Milîsên xwe yên îslamî dest bi hemleya bidawîkirina gendelî û xirabkaran kiriye.
Belam şopîner û çalakvan wisa dibînin ku dagîrkeriya Tirkiyê dixwaze destê xwe ji xwîna Efrîniyan bişo û xwe weke Parastkerekî bide nişandan, piştî ku destdirêjiya dijî serûsamanên(malûmilk) Efrîniyan di werza(mûsim) Zêtûnçinînê de gihîşte qunexeke nenormal, ji dizî, revandin û tirsandina xelkê.

Related posts