Rêxistinên Mafnasî û çapemeniyê Îtîlafa Ixwanî berpirsyarê sûcên şer dîtin û banga hesabxwestinê kir

AFRINPOST-Taybet

Hejmarek ji sazî û rêxistinên mafnasî, sivîl û çapemeniyê bi daxuyaniyeke hevbeş mêvandariya ya bi navê Îtîlafa Niştîmanî ya Sûrî ku ji aliyê rêxistin û komîteyên navneteweyî bi sûcên şer hatiye tawanbarkirin, şermezar kir.

Sazî, rêxistinên mafnasî, sivîl û çapemeniyê duh roja Sêşemê, 24’ê Mijdara 2020 derbarê mêvandariya Îtilafa Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û opozisyonê ji kesekî bi pêkanîna sûcên şer tawankirî û hevdîtina bi dizên zeytûn daxuyaniyeke hevbeş bi raya giştî re parve kir.

Daxuyaniyê da zanîn ku piştî rapora komîteya navdewletî ya taybet bi Sûriyê û di 14’ê Îlonê û 2’yê Cotmeha 2020 ji meclisa Mafên Mirovan di dewreya wê ya 45’an re hat pêşkêşkirin de, derket, Enqere rasterast Îtîlafa Sûrî tevger kir.

Daxuyaniyê diyar kir ku armanca birêxistinkirina serdanên Îtîlafa Sûrî ya meydanî ji herêmên dagirkirî û bi taybet ji Efrînê re, di çarçoveya derewandina raporên rêxistinên navneteweyî yên derbarê sûcên milîsên Ixwanî derheqê şêniyên Kurd li Efrînê de, tên.

Her wiha daxuyaniyê serdana şandeya Îtîlafê bi serkêşiya serokê wê Nesir El-Herîrî û endamtiya endamê Kurd di desteya siyasî Ebdellah Gedo ku çawa dizên niştedagîr pîroz kirin, bi bîr xist.

Daxuyaniyê pêşwazîkirina Îtîlafa Sûrî bi serkêşiya Nesir El-Herîrî û endama Kurd yê bi navê Ebdellah Gedo ji şandeya leşkerî ya serokên yê bi navê artêşa niştîmanî ya Sûrî yên ji herêma rojhilat li navenda Îtîlafê li bajarê Ezazê roja Duşemê di 23’yê Mijdara 2020 rûreşî û rezalet e.

Daxuyaniyê bang kir ku hesab ji berpirsyaran were xwestin û daxwaz ji rêxistinên navneteweyî kir ku Îtilafa Sûrî li gel Tirkiyê berpirsyarê sûcên ku li Efrînê tên kirin, were dîtin.

Rêxistin jî ev in:

1-  Desteya Zagonî ya Kurdî

2-  Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan

3-  Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî

4-  Komeleya Gelên di bin gefê de li Almanya

5-  Navenda Belgekirina Binpêkirinan li bakur û rojhilatê Sûriyê

6-  Rêxistina Mafên Mirova li Cizîrê

7-  Afrin Media Center

8-  Rêxistina Mafên Mirova li Firatê

9-  Rêxistina Mafên Mirova li Sûriyê(Maf)

10-                 Komeleya Kurdî ya Parastina Mafên Mirovan li Nemsa

11-                 Komeleya Hêvî ya Kurdî li Belçîka

12-                 Yekîtiya Parêzerên Herêma Efrînê

13-                 Navenda Dadweriyê ya Herêma Efrînê

14-                 Saziya Êzdîna

15-                 Yekîtiya Êzdiyan li Sûriyê

16-                 Koma Kar ji bo Efrînê

17-                 Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan

18-                 Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinê

19-                 Navenda Kurdî ya Lêkolînan

20-                 Foruma Girê Spî ya Civaka Sivîl

21-                 Toreya Afrinpost

Related posts