Çavkaniyekê ji Afrinpostê re hûrgiliyên girîng derbarê teqîna sûka Hal de xuya kirin

AFRINPOST-Taybet

Afrinpostê derbarê teqîna bombekirî ya ku li herêma pîşesaziyê li pişt sûka Hal teqiya agahî bi dest xistin.

Li gorî agahiyan desthilatên dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwanî ji xwediyên dikanên nêzîk beriya hefteyekî ji wan xwest ku dikanên xwe bigirin. Ev yek piştrast dike ku dagirkerî bi xwe li pişt vê teqînê ye.

Nûçegihanê Afrinpostê têkildarî teqîna duh 24’ê Mijdara 2020’an ku bi nîvro rûda, ev agahî parve kirin; teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî li herêma pîşesaziyê, bi taybet li pêşiya ofîsa aborî ya milîsên “Cebha El-Şamiyê” li beramberî nanpêjgeha Cûdî pêk hat ku di encamê de 3 kes hatin kuştin û deh kes jî birîndar bûn û wiha nûçegihan dewam kir;

Ji çavkaniyên taybet agahiyên girîng bi dest xistin. Nûçegihan ji çavkaniya li nêzîkî herêma ku berî teqîn rû bide, ragihand ku endamên istixbarata Tirkî û çekdarên milîsên Ixwan Mislimîn beriya hefteyekê ji xwediyên dikanan xwestin ku  dikanên xwe bigirin. Her wiha şênî agahdar kirin ku agahî derbarê hebûna otomobîleke bombekirî li herêmê  heye. Xwediyê dikanekê li herêma pîşesaziyê ev agahî da û pirsî ku çawa ew dizanin ku bi taybet li vê herêmê heye? Û çawa piştî hefteyekê ew otomobîl peyda nekirin? Û çawa ew otomobîla bombekirî derbasî herêmê kir?

Çavkaniyê ji nûçegihanê Afrinpostê re got ku desthilatên dagirkeriya Tirkî bi zanabûn van teqînan pêk tîne, da ku şêniyên Kurd neçar bibin ji Efrînê derkevin û ev sê sal in vê siyasetê dimeşîne.

Ji aliyekî din ve nûçegihan got ku axaftinek di nava çekdaran de tê kirin ku istixbarata Tirkî van teqînan li dijî me pêk tîne û wiha dewam kir; çekdarên ji milîsên “Sultan Mûrad” yek ji wan bi navê “Ebû El-Foz” û yê din bi navê “Ebû Nimir” e gotin ku teqînê ew armanc girtin. Her wiha çekdarê ji milîsên “Ebû Cafer” jî heman gotin kir.

Related posts