Milîsên Îxwanî xortekî Kurd bi tawana terorîstê bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Istixbarata Tirkî li navenda herêma Efrîna dagirkirî, xortekî Kurd bi tawana danûstandina li gel Rêveberiya Xweser bin çav kir û piştre bi demekê beramberî çend hezar dolar berda.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku istixbarata Tirkî xortekî Kurd bi navê Ehmed Ebdo li dawiya Cotmehê ji bajarê Efrînê dema li dikana xwe ya li ser rêya Raco bû, bin çav kir.

Dema ku istixbaratê xort dibir navenda xwe, xort ji wan pirsî ku tawana wî çi ye. Piştre wergervanê li gel istixbaratê jê re got: “Ma qey tu nizanî tawana te çi ye? Ji ber ku tu ajanê partiyê yî, em te bin çav dikin, tu terrorîst î û tu di bin çavdêriya me de bû.”

Nûçegihan da zanîn ku istixbarata Tirkî û milîsên Ixwan Mislimîn, rewşa madî ya xort û malbata wî wek fersend dît û wiha dewam kir; piştî deh rojan, istixbaratê ew xort beramberî 4000 $ berda. Li gorî nûçegihan ti têkiliya xort bi partiyê re nîne, ew ji mala xwe diçû ser karê xwe û vedigerî malê bêyî ku ti kesî tengav bike.

Nûçegihan xuya kir ku xortên Kurd êdî li Efrînê tengav bûne û dixwazin derkevin. Dagirkeriya Tirkî bi taybet vê yekê dixwaze ku hejmareke mezin ji Kurdên li Efrînê derxe.

Di vê çarçoveyê de milîsên Ixwanî roja Sêşemê, şênî Hisên Ferîd Hisên ji bûyînên 1988’an e û ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye, revand û hêjî çarenûsa wî nediyar e.

 

 

 

 

Related posts