Gelo Efrîna dagirkirî bû parçek ji meclisa Tirkî ya welatên bi zimanê Tirkî daxivin?

AFRINPOST-Taybet

Çalakvanan li ser malperên civakî wêneyekî cîgirê giştî yê ji aliyê dagirkeriya Tirkî ve hatiye erkdarkirin, dema civînek li gel şandeyeke parêzeran derbarê daxwaza qedexekirina venêrîna li telefonên sivîlan li dar xistibû, bi kar anîn û belav kirin.

Çalakvanan danîna cîgir a komeke ji alan li ser maseyê, di nav de alê Tirkiyê, Azerbeycan, Kazexistan, Qîrcistan, Ozpakîstan û bakurê Qibrisê ango dewletên ku di meclisa Tirkî ya bi zimanê daxivin, hebûn, şermezar kirin.

Çalakvanê Sûrî Seyf Ezam bi kelecan dipirse: Ey cîgirê Sûrî yê opozisyonê yê giştî! Bo nimûne ala Azerbeycanê ji te re tê çi wateyê? Li dawiyê koçberekî Sûrî ji Efrînê dibêje ku ew dagirkeriyê, lê tu jê re dibêje ne dagirkerî ye! Lê cîgirê giştî li pêşiya xwe ala Gircistan, Tacikistan û Medrîminîstan danîne pêşia xwe!

Nivîskar Welat Efrînî jî ji aliyê xwe ve aliyê bi nakok ê wêneyê xuya kir û wiha got: Teqez e ku cîgirê giştî bi xwe şêniyên Kurd bi tevlîbûna ji partiyên tawana cudaxwaz re tawanbar dike û wê cezayan wek zîndan û bacan li wan bibire ku ew bi xwe jî ti têkiliya wî bi Sûrîbûnê re tune ye.

Li herêma Efrîna dagirkirî, saziyên ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê yên Îslamî ava kirin, alên Tirkî li ser wan hildidin, lê belê bi berdewamî jî tawana cudaxwaziyê yên bêbingeh arasteyî Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) dikin.

 

 

 

Related posts