Milîsên Îslamî bi biryarên derew rûyê xwe li hemberî raya giştî û şêniyan spî dikin

AFRINPOST-Taybet

Fermandariya ya bi navê “Ceyş El-Wetenî” biryarek derxist ku beriya wê biryareke derbarê qedexekirina sepandina bacan li ser darên berhemdar derxistibû, derewand. Li gorî biryara nû bac li ser hemû berhemên çandiniyê li herêma Efrîna dagirkirî tên sepandin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ji çavkaniyên xwe ragihand ku fermandariya ya bi navê “Ceyş El-Wetenî” giştînameyek derxist û tê de sepandina bacan bi qasî 10% li ser hemû berhemên çandiniyê wek simaq, kerez, rez, zeytûn û daxilan) sepand.

Ev biryara fermandariya milîsên “Ceyş El-Wetenî” yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn, berevajî biryareke beriya wê di 25’ê Cotmehê de derketibû, ye ku sepandina bacan li ser darên berhemdar teqez dike.

Wê çaxê fermandariya milîsan ferman li çekdarên xwe kirin ku bacan li ser darên berhemdar nebin û pereyên ku di bin navê “ bacên parastina daran” ji xwediyên darên berhemdar biribûn, herî zêde di nava 10 rojan ji dîroka derxistina biryarê ji wan re vegerînin û her giliyek ji komîteya “vegerandina mafan” re were pêşkêşkirin, wê li gorî qanûnan were şopandin.

Lê belê di rastiyê de, biryara qedexekirina bacan wek biryarên dîtir ji bo propaganda û rûyê xwe li pêşiya şêniyên herêmê û raya giştî spî bikin. Hemwextî derxistina wê biryarê çekdarên Ixwanî di dizî û talaniya mal û milkên şêniyên Kurd de li Efrînê bê serûber û bi hemê rêbazan dikirin. Lê zêde di sepandina bacan de hunerweriya xwe derdixistin pêş ku ji wan a balkêş, milîsên ku çekdarên wê zeytûnên şêniyan didizin, bacên parastina daran li ser xwediyên zeviyên zeytûnan disepînin.

Related posts