Milîsên “Sultan Mûrad” 146 darên zeytûnê li gundên Bilbilê desteser kirin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn di pêkanîna siyaseta dagirkeriyê ya talanî û desteserkirina mal û milkên şêniyên Kurd li Efrîna dagirkirî de dewam dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku yê bi navê “Ebû Osman” ku berpirsê aborî yê milîsên “Sultan Mûrad” e, ji dema dagirkirina herêma Efrînê, 146 darên zeytûnê desteser kirine û ew darên zeytûnê li ser hejmareke mezin ji zeviyên li gundên Bilbilê dabeş dibin ku ew jî ev in; Qûta, Bîbaka, Upila, Qestelê, Gurzîlê, Eşûnê, Karê, Ehmed Axa, Çûlaqa, Miha, Bilbil, Qûrta û Qaşa.

Desteserkirina darên zeytûnê piştî sardana yê bi navê “Nesir El-Herîrî” û sazkirina qaşo komîteya “vegerandina mafan” tê. Komîteya “vegerandina mafan” sembolîk e û piranî endamên wê ji sermilîsan e ku ew bi xwe mal û milkên şêniyên Kurd li Efrînê desteser dikin.

Îsal werza zeytûnan bi awayekî zêde rûbirûyî dizî û talaniya çekdar û niştedagîrên Ixwanî re dimîne û tevî wê jî ya bi navê qaşo “opozisyona Sûrî” dixwaze bi rêya avakirina komîteyên sembolîk rûyê milîsên xwe spî bike.

Related posts