Milîsên Ixwanî 5 şêniyên Kurd ji gundê Bîkê yê Bilbilê revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn 5 şêniyên Kurd ji gundê Bîkê yê navçeya Bilbilê, di nava wan de kalemêrek û endamên ji heman malbatekê hebûn, bi armanca şantajkirin û sepandina fidyeyên malî revandin.

Çavkaniyeke xwecihî ji rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî re ji hundirê Efrînê ragihand ku komeke çekdar ya milîsên “Firqeya El-Hemze” bi serkêşiya sermilîs Riyad Birîr ku ji navçeya Til Rifet e û gundê Şingêlê ji xwe re kirine navend, 5 şêniyên Kurd ji gundê Bîkê yê Bilbilê 12’ê Mijdarê revandin.

Çavkaniyê wiha dewam kir; koma çekdar şêniyên revandî birin navenda xwe ya li gundê Şingêlê ku ew jî ev in;

1- Ibrahîm Mihemed Miho (28 salî)

2- Xêr El-Dîn Mihemed Şêxmûs (31 salî)

3- Mihemed Derwîş (70 salî)

4- Ehmed Mihemed Şêxmûs (20 salî ) 

5- Şiyar Mihemed Şêxmûs (28 salî)

Çavkaniyê da zanîn ku çekdarên milîsên “El-Hemze” her pênc şênî bi armanca şantaja diravî ango bidestxistina pereyan ji xwediyên wan, ew revandin. Heta niha derbarê wan de ti agahiyên piştrast nîne û çarenûsa wan ne diyar e.

Related posts