Milîsên “Lîwa Semerqend” Kurdek ji Kefersefrê ji ber redkirina daxwaza milîsan bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Afrinpostê ji çavkaniyên xwe agahdar bû ku milîsên “Semerqend” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan mislimîn roja Yekşemê welatiyekî Kurd bi navê Ebid El-Ruhman Mistefa Elî li gundê Kefersefrê yê navçeya Cindirêsê ji ber ku razî nebû zeytûnên xwe li guvaştgeha ku milîsan li gund desteser kiriye, biguvêje, bin çav kir.

Elîko yê 24 salî berhema xwe ya zeytûnan bir guvaştgeha gundê Kûra yê Cindirêsê, lê milîsan ew ceza kir ji ber ku zeytûnên xwe ji gund derxist gundekî din û li ser vê bingehê bac li se rsepandin.

Li aliyekî din milîsên “Semerqend” li navenda milîsan li gundê Kefersefrê civînek ji xwediyên zeviyên zeytûnan re li dar xist û bac li ser wan sepand.

Milîsan heqdestê rojane yê çinîna daran bi 10000 L.Sûrî hesiband û divê her karkerek rojane 200 L.S bide.

Hat zanîn ku milîsên dagirkeriya Tirkî derdora 80000 darên zeytûnê li zêde derdora 4000 darên hinarê li navenda navçeya Cindirêsê û gundên wan desteser kirin.

Related posts