8 kuştiyên çeteyên Sûrî ji Qerebaxa Ermenistanê gihîştin Efrîna Kurdî ya dagirkirî

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê roja Yekşemê, 1’ê Mijdarê li herêma Efrîna dagirkirî ragihand ku 8 termên çeteyên Sûrî ji çekdarên Ixwan Mislimîn ên bi navê “Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” naskirî ne,  ji çeperên şer ji herêma Qerebaxê ya Ermenistanê gihîştin navenda Efrînê.

Nûçegihan diyar kir ku 4 termên çekdarên milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” li taxa Zîdiyê ya bajarê Efrînê hatin veşartin û 2 term jî yên çekdarên milîsên “Mihemed El-Fatih” li nêzîkî çerxerêya Kawa û 2 term din jî yên çekdarên milîsên “Sermerqend” li nêzîkî otostrada rojava ya navendê hatin veşartin.

Di vê çarçoveyê de şervanên ji hêzên parastina Qerebaxê roja Yekşemê, dîmenên lixwemukurhatina çeteyekî Ixwanî yê Sûrî ku di şer de hatibû dîlgirtin bi raya giştî re parve kir.

Çetey Ixwanî yê Sûrî bi navê Yûsif Abid El-Hacî got ku ew ji gundê Ziyadiyê yê gundewarê bajarê Cisir El-Şixûr ê parêzgeha Idliba Sûrî ye, ew zewicî ye û 5 zarokan xwedî dike û wiha di vîdyoyê de dewam dike; ez ji bo serjêkirina seriyên gawiran û beramberî 2000$ hatim şerê li dijî hêzên Ermenî li Qerebaxê.

Çete da zanîn ku her kesê ji wan eger seriyê Ermeniyekî jêbike, wê wek xelat 100$ zêde bi dest bixe û diyar kir ku serjêkirin karê wî ye.

Related posts