8 welatiyên Kurd li gundê Qude hatin revandin … hejmara revandiyan gihîşt 127 kesan

AFRINPOST-Taybet

Meha Cotmehê bi zor û zehmetî wek mehên dîrit di ser Kurd û şêniyên Efrînê re derbas bû. Di vê mehê de gelek rewşên binçavkirin û revandinê ji aliyê milîsên dagirkeriyê ve hatin belgekirin.

Dezgehên ragihandinê ragihandin ku 127 kes hatin revandin, lê ev hejmar negiştî û sergiha ye.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku çekdarên milîsên dagirkeriya Tirkî 8 welatiyên Kurd ji şêniyên gundê Qude yê navçeya Raco, 22’ê Cotmehê revandin û navên wan jî wiha ne;

  1. Izet Osman 70 salî
  2. Ehmed Hec Mûsa 71 salî
  3. Selah Menan 60 salî
  4. Rifet Hesen Hec Mûsa 55 salî
  5. Mihemed Îbo 40 salî
  6. Tewfîq Mihemed Mûsa 30 salî
  7. Doxan Ehmed Silêman Zo 30 salî
  8. Mihemed Heyder Şêxo 18 salî

Çavkaniyan ji hundirê herêmê destnîşan kir ku ew 8 welatî bi bihaneyê çêkirî hatin binçavkirin û hêjî çarenûsa wan nediyar e.

Related posts