Milîsên “Siqûr El-Şam” 300 darên welatiyekî Kurd birîn

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn bi sedan ji darên welateyekî Kurd li herêma Efrîna dagirkirî bi bihaneya peywendiya wî li gel Rêveberiya Xweser birîn.

Çekdaran ji nasên wî re wiha gotin: “ Em darên wî dibirin ji ber ku li gel PYD’ê dixebitî, em we bin çav nakin tenê em ê darên we bibirin.”

Nûçegihan destnîşan kir ku li bajarokê Bilbilê milîsên “Siqûr El-Şam” 300 darên welatiyê bi navê Receb Silêman li gundê Qizilbaşa birîn û li aliyekî din 200 û yê dîtir jî 100 darên din birîn.

Çekdarên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn beriya wê 300 dar ên birayê wî jî Mihemed Silêman beriya derdora 10 rojan birîn. Çavkaniyekê ji Afrinpostê re ragihand ku ji ber têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, darên wan dibirin û wiha dewam kir; çekdaran ji şêniyan re gotin eger hûn dixwazin zeytûnan bibirin, divê hûn garantiyê bi dest bixin ku garantî jî bêtirî mafê berhema zeytûnan dixwe, nasên we hemû bi Rêveberiya Xweser re dixebitin ji ber wê zeytûnên wan ên me ne ango çekdar li pêşiya çavên şêniyan zeytûnên wan talan dikin.

Her wiha çekdaran gef li wan xwar ku eger rê li ber talankirinê bigirin, ew ê wan bin çav bikin û wiha nûçegihan got; çekdaran berhema simaqê ya welatî Receb û Mihemed Silêman jî talan kirin.

Related posts