Milîsên “El-Fatih” plan dikin ku 100000$ ji şêniyên gundê Mamila bistîne

AFRINPOST-Taybet

Bi nêzîkbûna çinîna berhema zeytûnan re, milîsên Ixwanî yên ku gundên Efrînê dagir kirine ji bo talaniya berhema zeytûnan ketin seferberiyê.

Li gundê Mamila yê navçeya Raco çekdarên milîsên “Lîwa Sultan Mihemed” “El-Fatih” xwe ji bo talankirina zeytûnên şêniyên gund amade dikin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarkê Raco ragihand ku milîsên “Mihemed El-Fatih” hewl didin ku herî kêm 100000$ ango 220 milyon lîreyên Sûrî ji şêniyên gund bistînin û wiha nûçegihan li ser zimanê sermilîsekî dewam dike; “eger em van pereyan bi dest nexin, em ê zirarê bikin, diviyabû me 150000$ bistanda.”

Nûçegihan destnîşan kir ku yê bi navê “Fadil Horo” serokê meclisa bajarokê Raco bi vê yekê hatiye agahdarkirin û tenê di vê derbarê de gotiye ev tişt nabe û şêniyan jî gotin ka em binêrin çi ji dest te tê der.

Êdî hatiye naskirin ku hemû berhemên zeviyan ji dizînê re vekirî ne, ji zeytûnan bigire û heta tirî û çiloyê wî, simaq û her darên bi ber. Lê zêde bi rengekî zêde jî dar tên birîn û weke êzing tên firotin.

Çi qas cotkar ji berhemên xwe bigire 40% derbas nake û ew jî têra lêçûnên werzê nake û rêjeya din ji berhemê jî wiha tê wendakirin; dizîna berhemê zeytûnan, bacên meclisên xwecihî û milîsên li ser rêbendan, destserkirina zeytûn û zeytê û desteserkirina zeviyên zeytûnan. Bi giştî nirxê talankirina berhemên zeytûnan sala 2018 gihîşt derdora 108 milyon dolar.

Îsal jî wê hesibandina nirxê talankirina berhemên zeytûnan ji ber paşdeçûna berhemdanê, bilindbûna lêçûnên xizmetê û çinînê zehmet be.

Related posts