Ji bo raguhastina çeteyên Sûrî bo Azerbeycanê 2 nivîsgeh li Efrînê hatin vekirin

AFRINPOST-Taybet

Dagirkeriya Tirkî ji bo ku çeteyên xwe bişîne Azerbeycanê dest bi hîle û xapandinê kiriye. Destpêkê desthilatên Tirkî mûçeyên çeteyên xwe yên Sûrî ku li Lîbya şer dikin, kêm kir û wek temamkirina planê, li Efrîna dagirkirî 2 nivîsgehên dilxwaziya şer li Azerbeycanê vekirin.

Nûçegihanê Afrinpostê ji bajarê Efrînê ragihand ku nivîsgeheke dilxwaziya şer li dibistana Emîr Xûbarî û ya din jî li dibistana Ezhar Efrîn hatin vekirin.

Tiştê ku balê dikişîne ew e ku daxwaz li ser tevlîbûnê pir û zêde ye ku bi tabûrên dirêj niştedagîr û çekdarên Ixwanî li pêşiya nivîsgehan disekinin û dixwazin navên xwe tomar bikin. Ji ber qerebalixa zêde ya niştedagîr û çekdaran tevlihevî derket û çekdarên milîsên polîsan gule li pêşiya dibistana Emîr Xûbarî avêtin û çekdarek birîndar bû.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ji aliyê xwe ve ragihand ku Enqere 300 çekdarên Ixwanî ku piraniya wan ji milîsên “Firqeya Sultan Mûrad” û “Lîwa Sultan Silêman Şah” ên bi navê ”El-Emşat” naskirî ne ji bajarok û gundên Efrînê raguhastin û ji wan re gotin “em ê we bibin Azerbeycanê” û wiha dewam kir; efserên leşkerî yên Tirk çete agahdar kirin ku armanc ji şandina wan ji Azerbeycanê re ew e ku deverên sînorî beramberî 1500-2000$ Amerîkî mehane biparêzin.

Beriya niha jî rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan bi bîr xistibû ku Tirkiyê mûçeyên çeteyên xwe yên Sûrî yên ku dixwazin li Lîbya bimînin ji 2000$ daxistiye 600 $.

Di encamê de komeke nû ji çeteyên Sûrî piştî ku girêbesta wan bi dawî bû vegerîn Sûriyê ku di nava 10 rojan de bêtirî 1200 çete vegerîn Sûriyê.

Li gorî statistîkên Rewangeha Sûrî, hejmara çeteyên Sûrî yên ku çûne Lîbya derdora 18000 e, ji wan derdora 7100 çete piştî bidawîbûna girêbestê vegerîn Sûriyê.

Related posts