Milîsên “Feyleqa Sêyem” 500 darên zeytûnê û bi sedan ji yên palîtê li gundê Enabkê birîn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şera ragihand ku milîsên “Feyleqa Sêyem” ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn nêzîkî 500 darên zeytûnê yên şêniyên navçeyê û bi sedan ji darên palîtê(berû) li gundê Enabkê yê navçeyê birîn.

Nûçegihan destnîşan kir ku çekdarên milîsan êzingan li firoşgeheke taxa Eşrefiyê li kêleka baxçeyê, li pêşiya dikaneke înternetê bi navê “Rays” digiroşin û wiha dewam kir; çekdar darên şêniyan dibirin û piştre ji nû ve difiroşin wan ku tonê êzingên hişk bi 115 $ Amerîkî tê firotin. Malpera Afrinpostê wêneyên êzingên darên palîtê li firoşgehê bi dest anîn.

Dagirkeriya Tirkî û milîsên wê hurmetiya xwezaya Efrînê bi rêya birîna darên wê bin pê dikin. Beriya çend rojan Afrinpostê birîna 300 dar li gundê Qizilbaşa yê navçeya Bilbilê belge kir, her wiha li gundê zarê jî darên şêniyan hatin birîn û li firoşgehên bajarokê Bilbilê hatin firotin.

Tiştê balkêş ku dagirkeriya Tirkî bi dehan ji daran dibire da ku baregehên xwe û dîwarê cudakar di navbera herêma Efrînê û herêmên Şehbayê de ava bike.

Bi vê yekê dagirkerî û milîsên wê zirareke mezin digihînin Kurdan ku debara jiyanê li wan tengav dikin û di encamê de wan didin koçberkirin û guhertina demografîk li herêmê pêk tê.

Related posts