Milîsên “Sultan Silêman Şah” mala koçberekî li Şiyê ji xwe re kir navendeke leşkerî

Afrinpost-Taybet

Milîsên “Sultan Silêman Şah” /El-Emşat/ ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn mala welatiyekî Kurd li bajarokê Şiyê desteser kir û veguherand navendeke leşkerî.

Welatiyê bi navê Henîf Bîlal ji Afrinpostê re teqez kir ku milîsên “El-Emşat” mala wî li navenda navçeya Şiyê desteser kir û ji xwe re kir navendeke leşkerî  û wiha got: “ Ez wek her mirovekî ji bo debara jiyana xwe derketim Tirkiyê û li wir li gel lawên xwe du salan xebitîm, her demekê min pere ji malbata xwe re dişand da ku ji min re xaniyekî ava bikin, lê belê çekdarên “El-Emşat” beriya çend rojan mala min desteser kir û veguherand navendeke leşkerî.”

Tê zanîn ku milîsên “El-Emşat” li navçeya Şiyê her tiştê ku bi ber çavên wan dikeve, didizin, talan dikin û destê xwe datînin ser. Her wiha bacan wek kirêya mehane li ser xwediyên malan beramberî mayîna wan di malên xwe de disepînin. Lê zêde şêniyan direvînin, berhemên wan talan dikin û destdirêjiyê li jinan dikin. Sermilîsê wan “Mihemed El-Casim” bi nasnav “Ebû Emşe” piştgiriyeke mezin ji dagirkeriya Tirkî ve digire û parastina wî dikin.

Related posts