Dagirkeriya Tirkî li Efrînê ajanên xwe bi malên desteserkirî xelat dike

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê yê dagirkirî li bakurê Sûriyê ragihand ku dezgeha istixbarata Tirkî dixwaze malên desteserkirî beramberî hevkarî û sîxurtiyê weke xelat li ser hinek kesan belav bike. Malên ku dê werin belavkirin bi bihaneya ku xwediyên wan ji endamên PYD’ê ne, hatine desteserkirin.

Afrinpostê navên kesên ku dê werin xelatkirin bi dest anîn û ew jî ev in; Ebû Serwet ji pêkhateya Tirkmen e, Mamîk û Ebû Xelîl

Her wiha wê kesine Kurd jî werin xelatkirin wek Ciwan Mihemed ji navçeya Mabeta û yekî din jî ji gundê Ziyaretê ku navê wî nehat zanîn.

Li gorî çavdêran, dagirkeriya Tirkî bi rêya xelatkirinê dixwaze kesên din jî bi mebesta sîxurtiyê ber bi xwe ve bikişîne û ji berjewendiyên xwe re bide xebitandin. Dagirkerî dibîne ku dayîna xelatan ji aliyê şêwaz ve ji fonên ku dewleta Qeter dide, ne cuda ye.

Dagirkeriya Tirkî weke şêwazê nû xelatan li ser çekdar û çeteyên xwe belav dike, her wiha erdên desteserkirî jî pêşkêşî niştedagîran dike. Lê zêde rê dide komeleyên Ixwanî ku avahîsaziyên olê wek mizgeftan li herêmê ava bike da ku bîrdoziya tundraw li nava şêniyên herêmê belav bike ku di encamê de demografiya herêmê bi her awayî biguherîne.

Related posts