Milîsên “Feyleq El-Şam” li gundê Dîkê rê nedan jineke Kurd biçe nava zeytûnên wê û gef lê xwar

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku milîsên “Feyleq El-Şam” li gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê rê nedan ku jineke Kurd derbasî nava erdê xwe yê zeytûnan bibe.

Milîsan bi bihaneya ku berê xwîşka wê li gel Rêveberiya Xweser kar dikir, 2000 darên wê jinê desteser kirin.

Li gorî nûçegihan milîsan gef li wê xwar ku eger careke din li erdê xwe vegere, wê li wê bidin.

Ji du sal û nîvan de milîs berhemên erdê wê bi wê bihaneyê ji xwe re diçinin û difiroşin.

Malpera Afrinpost ji bo ewlehiya jiyana jinê, navê wê bi bîr naxe û tenê bûyerê bi raya giştî re parve dike.

Related posts