Milîsên El-Weqas xortekî Kurd li gundê Hêkiçê yê Şiyê revand

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Lîwa Weqas ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn roja Sêşemê 22’ê Îlona 2020’an, xortekî Kurd ji mala wî li gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê revand û bir cihekî nediyar.

Nûçegihanê Afrinpost ragihand ku welatî Ebid El-Ruhman Nîzam El-Dîn Şêx Mustefa(23salî) ji aliyê çekdarên milîsên Lîwa Weqas ve ku gund dagir kiriye, bi bihaneya ku berê tevlî nava hêzên xweparastinê ya Rêveberiya Xweser bûbû revand û heta niha çarenûsa wî nediyar e.

Milîsên Ixwanî li gundê Hêkiçê 9’ Îlona 2020’an(9-9-2020) 3 welatiyên Kurd revandin ku ew jî ev in; Mihemed Sebrî 58 salî, Fewzî Sebrî 56 salî, Hesen Sebrî 49 salî

Milîsan beramberî berdana wan fidyeyên malî ji xwediyên wan xwestin.

Related posts