Li gundewarê Cindirêsê ji ber pevçûnên di navbera çeteyan de 2 çekdar birîndar bûn

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê îro piştî nîvro ragihand ku li gundê Çûlaqa yê navçeya Cindirêsê di navbera çekdarên milîsên “Firqeya El-Hemze” û “Ehrar El-Şam” de pevçûn derketin û di encamê de 2 çekdar birîndar bûn.

Nûçegihan diyar kir ku ji ber qezayeke trafîkê di navbera motorsikletek û otomobîlekê de li gund pevçûn derketin û wiha dewam kir;

Otomobîla çekdarekî milîsên “El-Hemzat” ku gund dagir kirine, zirar dît. Çekdarên “Ehrar El-Şam” jî li kampa perwerdeyê li dorhêla gund bi cî dibin.

28’ê Gulanê jî, çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku di navbera komeke leşkerî ya milîsên “Firqeya El-Hemze” hewl da ku firoşgeheke bazirganî desteser bike, pevçûn derketin.

Xwediyê firoşgehê ji herêma Erbîn a Xûtaya Rojhilat e û li ser milîsên “Ehrar El-Şam” ve tê hesibandin.

Piştî ku xwediyê firoşgehê razî nebû, madeyên xwarin û vexwarinê di deyn bide çekdar, dev avêtin hev û pevçûnên mezin derketin.

Related posts