Ji nava êşê festîvala Lêlûn a sînema ya navdewletî ji kampên koçberên Efrînê dest pê dike

AFRINPOST-Taybet

Hemwextî roja aştiyê ya cîhanî 21’ê Îlonê, roja Duşemê çalakiyên festîvala Lêlûn a sînemayê ya navdewletî li kampa berxwedan li navçeya Fafînê ya herêmên Şehbayê dest pê kir.

Çalakî li ser dika şanoyê ku ji beriya 6 mehan ve û li ser hev amadekariya wê dihat kirin, dest pê kirin.

Di vekirina festîvalê de nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê amade bûn. Her wiha bi dehan ji dezgehên ragihandinê yên xwecihî û cîhanî û bi hezaran ji koçberên Efrînê yên di kampan de li festîvalê amade bûn.

Çalakiyên festîvalê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre ji aliyê endamên komîteya amadekar a festîvala Lêlûn Mihyedîn Arselan û Cangîn Ebdo ve axaftin hatin kirin.

Her wiha hevseroka desteya çandê ya Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê Eyşe Receb û hevseroka meclisa rêveber a herêma Efrînê Şîraz Hemo jî derbarê festîvalê de axivîn.

Axêveran bi xêrhatina beşdaran kirin û bal kişandin ser girîngiya lidarxistina festîvaleke wisa ku koçberên Efrînê di nava şert û mercên zehmet de derbas dibin û teqez kirin ku ew li dijî kiryarên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê derheqê çand û kultûra Efrînê, xwedî nameyeke payebilind  in.

Di çalakiyên vekirina festîvalê de peyamên bi dîmen ên derhênerên sînemayî yên beşdarî festîvalê bûne jî hatin pêşandan. Her wiha şanoyek jî derbarê çawaniya amadekirin û armancên festîvalê û yên li ser disekinin, hatin pêşandan.

Piştre komên desteya çand û hunerê yên kantona Efrînê stran gotin û govend gerandin. Piştî wê kurtefîlmekî derhêner Mihemed Arselan li ser jiyana hunermend Bavê Selah hat nîşandan.

Çalakiyên vekirina festîvalê bi gerandina govendê li ber stran, dahol û zirneya Efrînî, bi kêf û dilxweşiya koçberên Efrînê û beşdaran bi dawî bû.

Roja yekemîn a Festîval wê roja Sêşemê di saetên êvarê de bi nîşandana gelek fîlmên beşdar li kampa Berxwedan û Serdemê dest pê bike.

Related posts