Koçberên Efrînê li dijî binçavkirina hêzên rêjîmê ji xortên Kurd re xwepêşandanek li dar xist

AFRINPOST-Taybet

Rêjîma Sûrî roja Sêşemê li ser rêbenda têketina kantona Şehbayê koçberekî Efrînî ji Heleb dihat girt. Koçberên Efrînê li dijî hêzên rêjîma Sûrî bêdeng neman û xwepêşandanek li dar xist û daxwaza xort kir.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê li herêmên Şehbayê, duh bi nîvroj, rêjîma Sûrî li ser rêbenda xwe ya dawî yê li ser rêya ji Helebê tê Şehbayê koçberekî Efrînê bi navê Mecîd Mihemed Seydo Mîme(40 salî) girt.

Nûçegihan da zanîn ku welatî Mecîd ji bajarê Helebê dihat kantona Şehbayê û bê sedem hat binçavkirin û wiha dewam kir;

Şênî ji gundê Kaniya Kurkê yê navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê ye.

Li dijî kiryarên rêjîmê derheqê koçberan de, bi dehan ji şêniyan li pêşiya rêbenda hêzên rêjîmê li navçeya Ehdas xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşanderan binpêkirinên rêjîmê şermezar kirin û daxwaza berdana xortê binçavkirî kirin.

Ji ber ku şêniyên Efrînê desthilata navendî ya rêjîma Sûrî nepejirand, rêjîm wan ceza dike û nahêle ti kes derbasî Helebê bibe.

Related posts