Li gundê Hêkiçê yê Şiyê pêngava biserdegirtin û binçavkirinê

AFRINPOST-Taybet

Istixbarata dagirkeriya Tirkî û milîsên “polîsên leşkerî” yên Ixwan Mislimîn li berdestê sibeha Duşemê bi ser gundê Hêkiçê yê navçeya Şiyê de girt û bi dehan ji şêniyên gund bê sedem bin çav kirin.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li bajarokê Şiyê ragihand ku milîsan bi deh otomobîlan saet 6’ê sibehê dema ku hêjî şêniyên gund di xewê de bûn, bi ser malan de girtin.

Milîsan di pêvajoya biserdegirtinê de hejmareke şêniyên gund bin çav kir. Nûçegihan navên hinek welatiyên binçavkirî jî belge kir ku ew jî ev in; Xemîs Hemdan El-Selûm, Emar Hisên Hesen Edhem

Milîsan ew bin çav kirin, birin cihekî nediyar û hêjî çarenûsa wan ne diyar e.

Nûçegihan bi bîr xist ku istixbarata dagirkeriyê û milîsên wê ve wê welatiyekî din jî bin çav bikira, lê belê ji ber ku jina wî nû zarok ji xwe kiribû gav paş de avêtin û gef li wî xwar ku ew ê piştî çend rojên din careke din werin wî bin çav bikin.

Related posts