Di nav de 2 bira milîsên Ixwanî 3 xortên Kurd revandin

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên dagirkeriya Tirkî siyaseta tengavkirina Kurdên li Efrînê mane berdewam dikin. Milîs an bi ser malan de digirin an jî li ser rêbendan welatiyên Kurd bi armanca bidestxistina pereyan di bin navê “garantiya malî” direvînin.

Di vê derbarê de milîsên “emin siyasî” roja Yekşemê ji meha Îlonê xortekî Kurd dema berê xwe dabû bajarê Efrînê, bi bihaneya ku berê tevlî nava erkên xweparastinê bûbû, revand û wiha dewam kir;

Rêbenda “emin siyasî” ya li têketina bajarê Efrînê ya rojhilat(rêbenda Qosê), welatî Cangîn Osman(28 salî) dema ku bi mebesta kar(dirûtinkar’) ji gundê Kefercenê diçû bajarê Efrînê, ew revand û birin cihekî nediyar.

Girêdayî heman çarçoveyê nûçegihanê Afrinpostê li bajarê Efrînê ragihand ku çekdarên milîsên “Ehrar El-Şerqiyê” roja Şemiyê 19’ê Îlonê bi nîvroj bi ser malekê de girtin û 2 bira revandin.

Nûçegihan navê her du birayan bi dest xist û ew jî wiha ne; Idrîs Hacî(33 salî) û Nebî Hacî (34 salî) ne. Lê zêde çekdaran otomobîla welatî Idrîs Hacî ji cureya “Saipa” ya rengsor bir û pereyên bi wî r şelandin.

Nûçegihan diyar kir ku sedemên revandina wan û çarenûsa wan hêjî ne diyar e.

Related posts