Istixbarata Tirkî bi bihaneyeke çêkirî xortekî Kurd li Mabeta bin çav kir

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Mabeta ragihand ku istixbarata Tirkî îro xortekî Kurd li bajarokê Mabeta bi bihaneya peywendiya li gel Rêveberiya Xweser bin çav kir.

Nûçegihan diyar kir ku endamên istixbaratê xortê bi navê Mihemed Hacî Hesen bin çav kir û bir navenda xwe ya li bajarokê û destnîşan kir ku istixbarata Tirkî dixwaze Mihemed roja Sêşemê raguhêzin bajarê Efrînê.

Istixbarata Tirkî 13’ê Îlona 2020’an li bajarokê Mabeta, pêngaveke binçavkirinê derheqê welatiyên Kurd de bi bihaneya danûstandina li gel Rêveberiya Xweser de dest pê kir ku di encama pêngavê de hejmareke welatî hatin binçavkirin ku ew jî ev in;

  • Îmad Hisên Xencer(karmendê meclisa xwecihî)
  • Îbrahîm Sidqî(karkerê şaredariya meclisa xwecihî)
  • Şukrî Hesen Hemoto(karmendê saziya şûnûhatinê ya meclisa xwecihî)
  • Izet ji şêniyên gundê Mîrkan(cîgirê rêveberê perwerede û hînkirinê yê meclisa xwecihî ku piştî çend saetan milîsan ew berda û yên din jî hêjî binçavkirî ne.

Related posts