Bi bihaneya vekirina kanên keviran li Efrînê, şikeftek dîrokî ya din hat rûxandin

AFRINPOST-Taybet

Bi bihaneya vekirina kanên keviran, çekdarên milîsên “Feyleq El-Şam” şkefteke dîrokî li çiyayê Lêlûn, li nêzîkî gundê Îska rûxand.

Nûçegihanê Afrinpostê wêneyên eksklusîv bi dest xistin ku tê de zirara ku çekdaran gihandine şkefta “Dîlek” a dikeve qûntara çiyayê Lêlûn li nêzîkî gundê Îska yê navçeya Şêrawayê xuya dike.

Milîsên “Feyleq El-Şam” gundê Îska yê Şêrawayê yê ku dikeve navbera Efrîn û Idlibê dagir kiriye.

Nûçegihan got ku çekdaran bangeşeyê ji kaneke keviran a ku derxistine re dikin. Lê belê di rastiyê çekdar li parçe û şûnwarên dîrokî digerin. Çavkaniyên xwecihî diyar kirin ku şkeft gelekî kevn e û vedigere serdema avakirina kela Samanê.

Tevî ku komîteya lêpirsînê ya serbixwe ya NY raporek derbarê binpêkirinên dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve weşand, lê belê hêjî dagirkeriya Tirkî şûnwar û deverên dîrokî yên herêmê vedidin û dirûxînin.

Dewleta Tirk a dagirker di rakirina xuyangên Efrînê yên dîrokî ji holê de berdewam e û nîşaneyên Osmanî li herêmê bi cî dike, da ku dagirkeriya xwe li herêmê rewa bike.

Related posts