50 çeteyên din ên “Ceyş El-Wetenî” ji Efrîna dagirkirî berê xwe dan şerê Lîbya

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li herêma Efrîna dagirkirî îro ragihand ku komeke din ji çeteyan hejmara wan 50 bû, duh amadekariyên xwe ji bo çûna Lîbya û li kêleka milîsên Wîfaqê li dijî artêşa niştîmanî ya Lîbî şer bikin, bi dawî kirin û wiha dewam kir;

Soz îro bi sibehê bû û cihê kombûnê jî li nêzîkî mizgefta “Ebû Bekir El-Sidîq” li navîna Efrînê bû.

Tê zanîn ku komeke ji çekdarên koma “El-Oso” û hejmara wan 42 çete ji milîsên “Lîwa El-Şemal” duh roja Şemiyê berê xwe dan Ezazê da ku ji wir derbasî Erdê Tirkiyê bibin û ji wir biçin Lîbya. Hemwextî wê jî komeke çeteyên “El-Oso” ji şerê Lîbya vegerîn Efrînê.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî ragihand ku 7’ê Îlonê derdora 450 çeteyên Sûrî piştî ku girêbesta wan bi dawî bû ji şerê Lîbya vegerîn.

Related posts