Li ser medyaya civakî di nav de parçeyên şûnwarî bazirganî bi tiştên Efrînê yên talankirî tê kirin

AFRINPOST-Taybet

Malpera Afrinpostê odeyeke medyaya civakî bi navê “bajarê Efrînê ji bo bazirganiyê” li ser Tîligramê  şopand. Di hundirê vê odeyê de tiştên herêma Efrînê yên ku hatine dizîn û talankirin wek amûrên malê, kabloyên kehrebeyê, amûrên baqirî û keleporî yên kevn lê zêde êzingên darên Efrînê tên kirîn û firotin.

Beriya wê bi demekê jî rûpela komeke giştî li ser malpera Facebookê bi navê “Sûka Giştî li Efrînê” û bi taybet reklamên bazirganî li herêmên ku Tirkiyê dagir kirine şopand ku li ser wê rûpelê jî bazirganî bi erdên çandiniyê, otomobîl û hemû amûrên malê ji aliyê Afrinpostê ve hat şopandin.

Her wiha komeke din a girtî jî, bi navê Sûka Idlibê ya Mezin ku bi reklamkirinên taybet ê firotina malan û tiştên talankirî mijûl dibe.

Tê zanîn ku dizî û talanî weke jêdera sereke ya fînansekirina çekdarên milîsên Islamî ne ku ji 18’ê Adarê û heta roja îroyîn bênavbera dizî û talanî dewam dike.

Related posts