Dûvikên dagirkeriya Tirkî li Efrîna dagikirî çerxerêyek bi navê Artuxril ava kir

AFRINPOST-Taybet

Milîsên Îslamî yên Ixwan Mislimîn di çarçoveya Tirk-kirinê û guhertina çandî û civakî de li herêma Efrîna dagirkirî çerxerêyeke nû bi navê Artuxril ava kir.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê li navenda navçeya Şera ragihand ku milîsên “Feyleq El-Şam” bi boneya avakirina çerxerêya Artuxril şahiyek li dar xist.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê milîsên Ixwanî çerxerê li ser rêya ku ji bajarokê Meydankê diçe gundê Naza ava kir. Çerxerê bi şêweyî sêkoşeyî li ser navê Artuxril bi zimanê Tirkî û Erebî hatiye nivîsîn.

Navê Artuxril di nava pêngavên Tirk-kirinê yên destpêkê li Efrînê de cî girt ku dagirkeriyê û milîsan navê kolana Tilel bi navê Artuxril guhart.

Her wiha di 28’ê Nîsana 2019’an de jî, milîsên “Silêman Şah” /El-Emşat/ navê Artuxril li tabûreke çekdaran a derçûyî kir.

Navlêkirina Tirkî û Osmanî piştî ku herêma Efrînê hat dagirkirin dest pê kir ku navên kolan û herêmê yên Kurdî veguherandin navên Osmanî. Lê zêde desthilatên Tirkî li ser guhertina çanda civakî ya Kurdî jî dixebitin û heta niha ji 80% demografiya herêmê guhertiye.

Artuxril Beg bavê Osman ji qebîleya Qayîyî ji Tirkên Ogoz in. Ew lawê Silêman Şah e ku piraniya dîrokzan derbarê hebûna wî de bi şik û guman in.

Related posts