Qeydkirina li dibistanên Efrîna dagirkirî rawestiye û navendên jiberkirina Quranê zêde dibin

AFRINPOST-Taybet

Desthilatên dagirkeriya Tirkî û milîsên Ixwanî ji çend hefteyan ve qeydkirina şagirtan li dibistanên herêma Efrînê ya dagirkirî rawestandiye û li beramberî wê navendên jiberkirina Quranê û avakirina mizgeftan zêde kirine. Ji ber vê yekê welatiyên Kurd newêrin zarokên xwe bişînin dibistanan.

Nûçegihanê Afrinpostê ragihand ku dagirkeriya Tirkî û milîsên wê ve bê zelalkirina sedeman, qeydkirina şagirtan li hemû dibistanên herêmê ji destpêka meha Îlonê ve rawestandiye.

Nûçegihan destnîşan kir ku hinek welatiyan xwestin zarokên xwe li dibistanên herêmê qeyd bikin lê aliyên peywendîdar ew agahdar kirin ku qeydkirin heyanî demeke nediyar rawestiye û wiha dewam kir; welatiyên Kurd ji ber ku çekdar şagirtên dibistanan dişopînin, newêrin zarokên xwe bişînin dibistanan.

Di vê derbarê de nûçegihanê Afrinpostê ji çavkaniyekê ragihand ku bûyerên şopandina şagirtên dibistanan pêk hatine ku çekdar ji şagirtan navê dibistan û mamosteyê wî dipirsin.

Çavkaniyekê ji Afrinpostê re ragihand ku bûyerên revandina şagirtan pêk hatine, lê belê derbarê çawaniya revandin û cihê wan ti agahiyên zêde parve nekirin.

Li aliyekî din nûçegihanê Afrinpostê da zanîn ku li herêma Efrînê dibistanên taybet bi rengekî veşartî hatin vekirin ku welatiyên Kurd zarokên xwe beramberî mehane 50 hezarî dişînin wan dibistanan.

Beramberî rawestandina qeydkirina şagirtan li dibistanan, perwerdeya olî li herêmê çalak e ku bi şêweyekî zêde mizgeft tên avakirin û navendên jiberkirina Quranê zêde dibin.

Dagirkeriya Tirkî bi rêya perwerdeyên olî hewl dide ku nasname û çanda Kurdî li herêmê ji hole rake.

Related posts