Li Şiyê ji ber şantaja malî malbateke dewlemend xizan bû

AFRINPOST-Taybet

Nûçegihanê Afrinpostê li navçeya Şiyê ragihand ku welatiyekî Kurd bi navê Seîd Koçer ji şêniyên navçeya Şiyê çend caran ji aliyê milîsên “Lîwa Sultan Silêman Şah” /El-Emşat/ ên dagirkeriya Tirkî û Ixwan Mislimîn hatiye binçavkirin.

Welatî Seîd li ba milîsan rastî êşkence û lêdaneke tund hat ku di encamê de du nojdariyên Dîsk ji şikestinên xwe re çêkirin û tenduristiye wî gelekî kembax e.

Li gorî nûçegihanê Afrinpostê çekdarên milîsên “El-Emşat” kurê wî Esed Koçer jî li pêşiya çavên bavê wî êşkence kir.

Nûçegihanê Afrinpostê teqez kir ku malbata welatî Seîd Koçer xwedî guvaştgeha zeytûnan e û ji malbatên zengîn ên herêmê ne. Lê belê ji ber dayîna fidyeyên malî yên mezin ji milîsên “El-Emşat” re , niha rewşa wan a madî xerab bûye ku tenê dikarin debara jiyana xwe ya rojane peyda dikin.

Related posts